Li Seqizê jinek hat qetilkirin

Li gor agahiyên ku Rêxistina Hana li Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye, jinek xelkê bajarê Seqiz ji aliyê hevjînê wê ve hat şewitandin û jiyana xwe ji dest da.

Li Seqizê jinek hat qetilkirin
3 îlon, 2025   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên ku Rêxistina Hana belav kirine, duh li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê jina bi navê Sureya Elî Mihemedî (35) ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê Efşîn Şerîfî ve hat qetilkirin.

Hat diyarkirin ku Sureya Elî Mihemedî ji aliyê hevjînê wê ve hate şewitandin û jiyana xwe ji dest da.

Hat gotin ku piştî bûyerê Efşîn Şerîfî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Li gor amaran sala borî (2024) li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 158 jin hatin qetilkirin, her wiha 16 hezar 567 bûyerên tûndiya li dijî jinan hatine tomarkirin.