Li Sehil El Xab êrişa bi guleyan; 2 kes birîndar bûn

Vê êvarê, çekdarên nenas li motorsiklêtê siwar bûbûn gule li welatiyên gundê Xendeq ê herêma Sehil El Xab ê Hemayê barandin, di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li Sehil El Xab êrişa bi guleyan; 2 kes birîndar bûn
22 hezîran, 2026   23:55
HEMA

Nûçegihanê me ji Hemayê diyar kir ku vê êvarê çekdarên nenas ên ku li motorsiklêtê siwar bûbûn gule li welatiyên gundê Xendeq ê herêma Sehil El Xab ê Hemayê reşandin, di encamê de 2 welatî birîndar bûn, birîna yekî giran e.

Bûyer li pêş dikana xurekê çêbû. Sûcdaran gule li 2 ciwnan reşand, di encamê de her du birîndar bûn, birîna yekî giran e.

(fr)

ANHA