Li Dêrikê êrişî malekê hat kirin: 2 kuştî, 1 birîndar

Li bajarê Dêrikê kesekî êrişî malekê kir. Ji malbatê jinek û zaroka wê hatin kuştin û kesekî din birîndar bû.

Li Dêrikê êrişî malekê hat kirin: 2 kuştî, 1 birîndar
23 hezîran, 2026   08:34
QAMIŞLO

Duh êvarî kesek nenas li taxa Sor a bajarê Dêrikê bi ser malekê de girt û gule berdan. Li gorî agahiyan, di gulebaranê de jina bi navê Hesna Newaf Omer (35) û zaroka wê Nalîn Xelîl Hesam (6) hatin kuştin. Xelîl Salih Hesam jî birîndar bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn tavilê berê xwe da cihê bûyerê û lêkolîn da destpêkirin.

Heya niha sedemên bûyerê û nasnameya êrişkar nehatin naskirin.

(bb)

ANHA