Li Humsê ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Li gundewarê rojhilatê Humsê ambulancekê li ciwanekî qeliband, ciwan rakirin nexweşxaneyê, di encamê de wefat kir. Lê di nexweşxaneya Zehrayê de nakokî derket.

Li Humsê ciwanekî jiyana xwe ji dest da
22 hezîran, 2026   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ambulancek girêdayî Gerînendetiya Tenduristiyê, dema li ser erka xwe li gundekî rojhilatê Humsê bû, li ciwanekî ji xelkê eşîra Benî Xalid qeliband, ciwan rakirina Nexweşxaneya Zehra ya bajêr, lê ciwan jiyana xwe ji dest da. Lê ji ber mirina wî di nexweşxaneyê de nakokî derket.

Nûçegihana me diyar kir ku dema ambulancê bi erka xwe radibû qeza çêbû. Li gorî daneyên destpêkê qeza ne bi mebest bû. Ajokarê amabulancê xwe radestî aliyên têkildar kir ku lêpirsînan temam bikin û tedbîrên qanûnî werin girtin.

Lê piştî cenazeyê ciwan rakirina nexweşxaneyê, hejmarek ji malbata wî li qada nexweşxaneyê kom bûn, hin nakokî derketin û hewldan zirar bigihînin nexweşxaneyê.

(fr)