Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi xelkê Qamişloyê re civiya

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li Navenda PYDʹê ya li taxa Enteriyê ya Qamişloyê ji kesên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine, civînek li dar xist.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi xelkê Qamişloyê re civiya
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi xelkê Qamişloyê re civiya
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi xelkê Qamişloyê re civiya
17 îlon, 2024   21:42
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a taxa Enteriyê ya Qamişloyê ji kesên ku bi Rêber Apo re rûniştine civînek organize kir. 

`LI HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ GEL RABÛYE SER PÊYAN `

Di civînê de hevserokê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur diyar ku ji bo parastina gelê Kurd ji qirkirinê Rêber Abdullah Ocalan garantî ye û wiha got: ”Rêber Apo li ser bingeha azadî û demokrasiyê berxwedana mezin dike. Ji bo kesên bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine şansekî mezin e. Raman û felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê hatiye belavkirin. Her kes ji bo azadiyê radibin ser pêyan. Êdî her kesên di her çar parçeyên Kurdistanê de ji bo azadiya Rêber Apo rabûne ser pêyan û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin."

Ferzende diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo nirxê mirovahiyê ye têkoşînê dimeşîne. Munzur aşkera kir ku ku par dema ku wan bi CPTʹyê re rûniştin, pir zelal bû ku CPT bi xwe hevkarê dewleta Tirk a dagirker e û wiha got: ”Rêber Apo ji bo mirovahiyê sembolek e. Divê em hemû gel, bi taybet kesên ku Rêber Apo dîtine, soza xwe nû bikin, da ku em Rêberê xwe bi fîzîkî di nava xwe de bibînin û azad bikin. Divê em li hemberî sîstema dijmin helwesta xwe xurt bikin, heta em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”

`DEMA ME RÊBER APO DÎT ME HÊZ Û MORAL JÊ GIRT`

Piştre kesên ku bi Rêber Abdullah Ocalan rûniştine nêrînên xwe anîn ser ziman û gotin: ”Tiştê ji me tê xwestin em careke din soza xwe ji Rêbertî re nû bikin. Divê em yek bin, heta ku em Rêber Apo bi fîzîkî azad dikin. Rêber Apo hêviya gelan e. Dema me Rêber Apo dît me hêz û moral jê girt. Divê helwesta me li hemberî van kiryarên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker bilind be. Rêber Apo xwe ji bo me feda kir, em jî çiqasî berxwedanî û têkoşîn bikin, em ê hîn jî deyndarê Rêber Apo bin."

Çaverê ye Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtin û civînên xwe bi gel re dewam bike.

(sş)

ANHA