Li Misirê peymana ‘Aştiya Xezayê’ hat îmzekirin

Peymana “Aştiya Xezayê” li bajarê Şarm El Şêx ê Misrê bi beşdariya bi dehan serokên welatên cîhanê hat îmzekirin.

Li Misirê peymana ‘Aştiya Xezayê’ hat îmzekirin
13 cotmeh, 2025   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi beşdariya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî, Mîrê Qetarê Şêx Temîm Bin Hemed û serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan, Peymana “Aştiya Xezayê” li bajarê Şarm El Şêx ê Misrê hat îmzekirin.

Reşnivîsa Peymana “Aştiya Xezayê” ku di nav dosyayek kesk de hatibû amadekirin. Donald Trump di dema îmzekirina peymanê de got; “Sê hezar sal kêşa heta gihişt vê xalê.”

Piştre Peymana ”Aştiya Xezayê” ji aliyê serokkomarê Misrê, Mîrê Qetarê û serokkomarê Tirkiyeyê ve hat îmzekirin.

Serokê DYA’yê Donald Trump piştî îmzekirina peymanê axivî û got; “Niha em hemû kêfxweş in. Ji ber ku me hemûyan behsa destpêkirina Şerê 3’yemîn yê Cîhanê dikir. Lê ev şer pêk nayê."