Li Şedadê xebata paqijkirinê

Li Şedadê bi boneya Cejan Karkeran, xebateke giştî ya paqijkirinê hate destpêkirin.

Li Şedadê xebata paqijkirinê
Li Şedadê xebata paqijkirinê
Li Şedadê xebata paqijkirinê
Li Şedadê xebata paqijkirinê
Li Şedadê xebata paqijkirinê
Li Şedadê xebata paqijkirinê
Li Şedadê xebata paqijkirinê
4 gulan, 2025   14:42
HESEKÊ

Bi boneya 1’ê Gulanê, Cejna Karkeran a Cîhanê, Meclisa Bajarê Şedadê xebateke giştî ya paqijkirinê bi rêxistin kir. Hejmareke endamên saziyên xwecih wekî Navenda Perwerdeyê, Kongra Star û Meclisa Malbatên şehîdan beşdarî xebata paqijkirinê bûn.

Xebata paqijiyê ku bi dehan şênî û endamên saziyan tev lê bûn, ji pêşiya avahiya Meclisa Bajar dest pê kir. Di vê çarçoveyê  bi taybetî li taxên başûr û bakurê bajar kolan hatin paqijkirin.

Der barê mijarê de rêveberê Meclisa Bajarê Şedadê Hesen El Muxlif ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ev xebat rihê welatparêziyê û hevgirtina civaka Şedadê nîşan dide.

El Muxlif bal kişand ser tevkariya di navbera saziyên sivîl de û diyar kir ku ev  yek daxwaza hemûyan a avakirina jîngeheke paqij û ewle nîşan dide, her wiha asta rêzdariya li hemberî rola karkeran dide xuyakirin.

(bb)

ANHA