Merasîma bibîranîna Sirri Sureyya Onder bi dawî bû

Ji bo Sirri Sureyya Onder li AKMê ya Taksîma Beyoglû ya bajarê Stenbolê ya Tirkiyê bernameya bi bîranînê hat lidarxistin.

Merasîma bibîranîna Sirri Sureyya Onder bi dawî bû
4 gulan, 2025   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ku 18 rojan li nexweşxaneyê Florence Nightingale dihat tedawî kirin, duh jiyana xwe ji dest da. 

Ji bo Sirri Sureyya Onder li AKMê ya Taksîma Beyoglû ya bajarê Stenbolê ya Tirkiyê bernameya bi bîranînê hat lidarxistin.

Siyasetmedar, hunermend jî di navde bi hezaran kes beşdarî biranînê bûn. Malbata Sirri Sureyya Onder, hevserokên Giştî yên DEM Partî Tuncer Bakirhan, Tulay Hatîmogullari jî li cihê bi bîranînê mêvanan pêşvazî kirin.

Beriya axaftin bên kirin darbesta Sirri Süreyya Onder ku wêneyê wî li ser bû anîn eywana bîranînê. Dema darbest hat eywanê girsê rabû ser lingan û li çepikan dan.

Girsê bi yek dengî dirûşmeya, “Şehîd namirin”, “Ji şer re na demildest aştî” û “Bijî yekitiya gelan”, “Elçiyê aştiyê li Îmraliyeyê”, “Heval Sirri nemir e” hat berzkirin. Qurnefîl û tulbenta sipî hat daliqandin. Bîranîn bi deqîqeyeke rêz girtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona qala têkoşîna qala jiyana Sirri Süreyya Onder dikir hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê axaftinan destpêkir.

Ewil Keça Sirri Sureyya Onder Ceren Onder Kandemir di bîranîne de axivî û wiha got: “Min her tişt ji bavê xwe di pirsî. Ez têra dostaniya wî nebûm. Ji ber ku te zêde wextê xwe ji min re neqetand ez xwe ji te aciz nakim. Bêyî tu tiştikî ji kesî bixwaze, bêyî tu deynekî li pey xwe bihêle tu çû. Hemû reng, bawerî, li cem te ne. Bila her bi tere bin. Roja dawî ku min tu li ser piyan dît, di destê te de poşeteke portakal û hêk hebûn. Gotinên te yên dawî hîn di gunê min de olan didin. Sozên ku te pêk neanîn tune bû. Te dixwest aştiyê bijî. Bila çavê te li pişt nemîne. Ez dizanim baran ber bi jor ve nabare. Lê baweriya me tam e. Ez bi te serbilind im.”

Piştre birayê Sirri Sureya Onder Alî Onder axivî û wiha got: “Dostên hêja, birayê min di 2012an de bi rojnameyan û televîzoyanan zêde eleqeder bû. Carekê got divê ez tev li siyasetê bibim. Min pirsî çima? Got ‘Divê li vê axê ev xwîn, êş û kuştin bi dawî bibe.’ Piştî min hûn li vir dît ez heta dawî bawer dikim ku birayê min dê bigêje miradê xwe yê aştiyê. Dema ew li vir buya dê wiha xatir ji we xwestibûya. Dê bigota ‘Hên hez dikin jî û yên xwe aciz dikin jî we hemûyan silav dikim’ û xatir xwestibûya.

Em ê teqez aştiyê bînin ser vê axê

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî di bîranînê de axivî û wiha got: “Em îro bi peyvirek pir zor re rû bi rû ne. Em îro bi hevre qasidê aştiyê Sirri Sureya Onder bibir tînin. Xwişkê wî, birayên wî, keçên wî, hemû nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî li nexweşxaneyê bi tenê nehiştin û niha jî me bi tenê nahêlin. Ez ji bo hemûyan spasiyên xwe dikim.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di bîranînê de axivî û wiha got: “Serê Gelê Kurd, tirk, Serê tirkiyeyê sax be. Rêya Sirri heta dawî rêya me ye. Serê me tevan sax bî. Serê hemû hevalên wî yên hunermend, siyasetmedar û hevrêyên wî tevan sax bî. Sirri têkoşîna aştiyê dida, lê ew remza aştiyê ye.

Lîstikvan Levent Kazak jî axivî û got: “Sirri hevalê min, hempîşe û malbata min bû. Dê gelek tişt li ser wî bê gotin. Şopên pir kûr li pey xwe hiştine. Çawa bû wîcdanê vî welatî û çawa rastiya civakê vî welatî dizane, çawa dîrokê baş dizane dê piştre bê axaftin.”

Li ser navê Dayikê Aştiyê Rewşan Doner axivî û got: “Em sersaxiyê ji malbata wî û hemû gelê Kurd û Tirk re dixwazin. Derdê Sirri Sureya derdekî pir giran bû. Barê xwe li ser dayikan hişt. Em soz didin. Em ê ala te bilind bikin. Em soz didin ji bo edalet, aştî û demokrasiyê têbikoşin. Em ê armanca dilê te bigînin serî. Em soz didin û em sozê ji hemû beşdaran dixwazin ku xwesteka dilê Sirri pêk bînin. Ey qasidê aştiyê em soz didin ku daxwaza te bi encam bikin.”

Endama Şandeya Aştiyê Pervîn Buldan jî axivî û got: “Tu her tiştê min bû. Hevrê, Sirdaş bû. Em soz didin ku em ê aştiya mezin bînin vî welatî. Em soz didin em ê destê dayikên gerîlla û destê dayikên leşkeran bidin hev. Oxir be Sirri.”

Piştra Girseya ku ji bo bernameya li Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) ya li Taksîmê kom bûbû, ber bi Dolmabahçeyê ya Beşîktaşê ku dê nimêja cenazeyê lê were kirin, dest bi meşê kir.

Meş, li Dolmabahçeyê bi dawî bû. Girse, ji bo nimêja cenazeyê ber bi Mizgefta Barbarosê ya li Leventê  ve çû.