Li Şedadê xebata paqijiyê

Li Şedadê bi armanca pêşdebirina çanda tevkariyê di navbera şênî û saziyan de û paqijkirina bajar, xebatek hat destpêkirin.

Li Şedadê xebata paqijiyê
Li Şedadê xebata paqijiyê
Li Şedadê xebata paqijiyê
Li Şedadê xebata paqijiyê
Li Şedadê xebata paqijiyê
Li Şedadê xebata paqijiyê
Li Şedadê xebata paqijiyê
Li Şedadê xebata paqijiyê
Li Şedadê xebata paqijiyê
6 kanûn, 2025   14:05
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya hin saziyên sivîl ên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê bi armanca pêşdebirina çanda tevkariyê û pajiyê xebateke paqijkirinê da destpêkirin.

Xebata paqijiyê vê sibehê ji pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Şedadê bi beşdariya endamên PYD’ê û komîteyên xizmetguzariyê û hejmareke şêniyan dest pê kir.

Di çarçoveya xebatê de kolanên sereke û şaxî, qad, çerxerê û naverê ji toz û qirêjê hatin paqijkirin.

Der barê mijarê de ji rêveberên Meclisa PYD’ê ya Şedadê Ewda El Hisên ku beşdarî vê xebatê bûye, got: "Bi armanca parastina paqijiya bajarê me û sepandina têgeha xebata hevbeş di navbera tevahî pêkhateyên civakê  de, me û hevalên me yên di sazî û komîteyên bejar de me ev xebat daye destpêkirin. Paqijî ne karekî xizmetî tenê, lê di heman demê de reftarekî şaristanî ye ku hişemendiya civakê û tevkariya wê nîşan dide.”

El Hisên di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku armanca vê xebatê xurtkirina rihê xebata dilar û başkirina hawirdorê jî ye. Her wiha îşaret pê kir ku ev xebat dê di başkirina asta tenduristiya giştî û pêşxistina rewşa xizmetguzariyê de bibe alîkar.

Şêniyên tev Ii xebatê bûne jî diyar kir ku ev kar rihê kollektîf geş dike û da zanîn ku ew amade ne di siberojê de jî beşdarî xebatên din ên bi vî rengî bibin.

(bb)

ANHA