Li Belçîkayê şêwira têkildarî Sûriyeyê li dar dikeve

Ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê, siyasetmedar û çalakvanên sivîl ên li Ewropayê rewşa siyasî, civakî û rêveberî ya Sûriyeyê ya ji rûxandina rejîma Baasê û vir ve nîqaş dikin.

Li Belçîkayê şêwira têkildarî Sûriyeyê li dar dikeve
6 kanûn, 2025   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de derdora 30 siyasetmedar û çalakvanên sivîl û civakî yên pêkhateyên Sûriyeyê ‘Hevdîtina Şêwirî ya Nîştimanî’ li Belçîkayê li dar dixin. Cîgirê hevserokên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdurehman, siyasetmedar Semîr El Teqî û Kemal El Nebewanî, parlamenterê berê yê Sûriyeyê Mihemed Hebeş beşdarî hevdîtinê dibin.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî, rêveberî û civakî ya Sûriyeyê ji piştî rûxandina rejîma Baasê û hatine HTŞ’ê ya li ser desthilata Sûriyeyê, tên nîqaşkirin. Her wiha lêvegereke rexnegerî li ser profermasên dema borî tên kirin. Li ser siyaseta rêveberiya nû, rêgehên avakirina saziyên dewletê, mîsogerkirina mafên şêniyan, asta pabendbûna bi rêzgezên demokrasiyê, asta saziyên heyî di bicihanîna hêviyên azadî, edalet û ewlehiyê de nîqaş tên kirin.

Beşdarên hevdîtinê armanc dikin vebijêrkên ku xebata nîştimanî ya hevbeş, nêrîna siyasî ya giştî ya li ser bingehê nirxên hemwelatîbûnê, pirrengiyê û nenavendîtî, redkirina hemû cureyên despotîzîm û tundrawiyê, avakirina dewleteke demokratîk û îradeyeke azad diyar bikin.

(bb)