Li gundewarên Şamê tevgera Îsraîlê: Cebilxane hatin teqandin

Hêzên Îsraîlê vê sibehê bi 7 erebeyên leşkerî ketin derdora bajarokê Beyn Cin ê Şamê. Yekîneyeke din jî ket baregeheke leşkerî ya bajar û cebilxaneyên kevn teqiyan.

Li gundewarên Şamê tevgera Îsraîlê: Cebilxane hatin teqandin
6 kanûn, 2025   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR’ê hêzên Îsraîlê vê sibehê bi 7 erebeyên leşkerî ketin derdora bajarokê Beyn Cin ê Şamê. Yekîneyeke din jî ket baregeheke leşkerî ya bajar, di encamê de cebilxaneyên kevn teqiyan. Şênî bi tirs in ku careke din pevçûn li herêmê rû bidin.

Di 28’ê mijdara borî de piştî ku hêzên Îsraîlê ketin nava bajarok û gelek kes destgîr kirin, şer di navbera wan û çekdarên xwecih de derket. Di encama şer û êrişên bejahî û hewayî de 38 niştecihên herêmê hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha 6 leşkerên Îsraîlê birîndar bûbûn û hin avahî rûxiyabûn.

(bb)