Iraq û Tirkiye dê peymana avê îmze bikin

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên  got, dê belgeyeke fermî ji bo rêxistina rêvebirina dosyaya avê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de were îmzekirin.

Iraq û Tirkiye dê peymana avê îmze bikin
2 mijdar, 2025   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi serdanek fermî çû Bexdayê. Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên re civiya û daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ewil Fuad Hisên axivî û anî ziman ku peywendiyên Iraq û Tirkiyeyê dîrokî ne û got; “Me îro civînek serkeftî pêk anî û yek ji mijara sereke ya civîna me, dosyaya avê bû. Heya niha 26 peymanên aborî, bazirganî, ewlekarî, çand, ciwan, rê, enerjî û gelek mijarên din bi Tirkiyeyê re hatine îmzekirin. Em dixwazin ev peyman ne tenê li ser kaxezê bimînin, bikevin meriyetê."

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê got, ji niha û çend saetên pêş de wê belgeya rêvebirina dosyaya avê di navbera her du welatan de were îmzekirin û anî ziman ku belgeya were îmzekirin wê ya yekemîn di dîroka têkiliyên her du welatan de be.

Ji çend salan ve Tirkiye asta herîkîna ava çemên Firat û Dîcleyê li ser Sûriye û Iraqê kêm kiriye. Bi vê yekê peymana avê ya di navbera her du welatan de ku divê para Iraq û Sûriyeyê ya ji ava van çeman di saniyekê de ne kêmî 500 mîtrekab be binpê dike. Di encama kêmkirina avê de çem zuha bûne û zerar li gelek qadan bûn.

Tirkiye dosyaya avê wekî kaxezeke siyasî li dijî Sûriye û Iraqê bi kar tîne da ku armanc û berjewendiyên xwe li her du welatan pêk bîne.

(bb)