Qanûna Hilbijartinên Şaredariyan hat erêkirin

Meclisa Gelan a Demokratîk di rûniştina 97ˊan li ser projeya qanûna Hilbijartinên Şaredariyan ku ji 29 madeyan pêk tê erê kir.

Qanûna Hilbijartinên Şaredariyan hat erêkirin
Qanûna Hilbijartinên Şaredariyan hat erêkirin
Qanûna Hilbijartinên Şaredariyan hat erêkirin
Qanûna Hilbijartinên Şaredariyan hat erêkirin
7 nîsan, 2024   16:25
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk rûniştina 97ˊan bi beşdariya Desteya Hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk, endamên meclisên qanûnsaz li herêman û Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Reqayê li dar xist.

Di rûniştina 97ˊan de meclisê li ser qanûna şaredariyê û Yekitiya Şaredariyên Demokratîk ku ji 62 madeyan pêk tê erê kir.

Dûre cîgirê hevserokatiya meclisê Yasir El Silêman madeyên qanûna Hilbijartinên Şaredariyan xwendin, nîqaş li ser hatin çêkirin û piştî guhartinan li ser hatin erêkirin.

Madeyên projeya qanûna Hilbijartinên Şaredariyan ji 29 madeyan e; danasîn, pergala hilbijartinê, namzetbûn, tedbîrên hilbijartinan, encamên hilbijartinan, dagirtina valahiyê û jinûve hilbijartin.

Projeya qanûna Hilbijartinên Şaredariyan ji 29 madeyan li ser 6 bendan belav e, pêk tê.

(fr)

ANHA