Li Şedadê oxirkirina şervanekî QSDˋê û merasîma xiyabî ya şervanekî din

Xelkê bajarê Şedadê cenazeyê şervanê QSDˋê şehîd Ehmed Hesen El Hesen li goristana şehîdan a Şedadê defin kir û merasîma xiyabî ya şervanê QSDˋê şehîd Subhî Ebdullah Cero hat lidarxistin.

27 ÇILE, 2025   16:28
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrm şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk şehîd Ehmed Hesen El Hesen ê ku di 23ˋyê Çileyê de bi krîza dil şehîd bûye li goristana şehîdan a bajêr oxir kir, her wiha merasîmeke xiyabî ji şervanê QSDˋê Subhî Ebdullah Cero yê ku di dema pêkanîna erka xwe ya leşkerî li bajarê Minbicê de di 9ˋê Kanûna 2024ˋan de şehîd bûbû, hat lidarxistin.

Di merasîmê de malbatên şehîdan, xelkê bajêr, nûnerên ji saziyên civaka sivîl û komîteyên perwerde beşdar bûn.

Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Weed El Hemod axivî û got: "Di destpêk de em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin ku şehîdan di oxira parastina welat û rûmetê de canê xwe da."

El Hemod wiha domand: "Şehîdên me ronahiya rêya me ne. Em soza xwe ya ji bo şopandina rêça şehîdan dubare dikin."

Dûre Ebdullah El Cêşî li ser navê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: "Em bejna xwe li hember tevahî şehîdên azadiyê ditewînin. Şehîdên me pêşengên me ne û wê navên wan bi tîpên zêrîn di sicila fedekarî û têkoşînê de bên nivîsandin."

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyê şehîd Ehmed El Hesen hat definkirin.

(fr)

ANHA