Jinên ciwan tabûreke leşkerî li Dirbêsiyê ava kir

Di çarçoveya bersivdana banga seferberiya giştî ya QSDˋê de Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrbêsiyê bi navê "Tabûra Şehdî Berçem Kobanê" tabûreke leşkerî ji bo parastina herêmê û piştgiriya QSD û YPJˋê ava kir.

Jinên ciwan tabûreke leşkerî li Dirbêsiyê ava kir
27 ÇILE, 2025   16:52
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê avakirina "Tabûra Şehîd Berçem Kobanê" a jinên ciwan di bin sîwana HPC-Jin de ragihand.

Daxuyanî li Qada Jinan a bajêr ji hêla endama Yekitiya Jinên Ciwan Amara Ebas ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca qirkirina gelên herêê û dagirkirina xakê bênavber êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û hat diyarkirin ku ev êriş ji yên çeteyên DAIŞˋê yên li dijî Kobanê di 2014ˋan de ne cuda ne.

Her wiha hat destnîşankirin ku ji bo parastina herêmê ji xeterî û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê tabûreke leşkerî ava kir ku li kêlek QSD û YPJˋê bisekine.

Di dawiyê de jinên ciwan soz da ku heta têkbirina dagirkeran têkoşînê bilind bike û bang li tevahî jinên ciwan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku tev li seferberiyê bibin.

(fr)

ANHA