Li Şedadê ji bo pêşxistina behreyên zarokan çalakiyek hat lidarxistin

Bi boneya 8'ê Adarê Komîteya Çandê û Navenda Çandê ya navçeya Şedadê bi hevkariya Komeleya Perwerdeyê çalakiyek ji bo pêşxistina behreyên zarokan li dar xist.

28 sibat, 2024   17:09
HESEKÊ

Çalakî li dibistana Elawî El Salih a navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê hat lidarxistin. Di çalakiyê de şêniyên navçeyê beşdar bûn.

Di çalakiyê de pêşbirkên helbest, stran, govend û çandê ji bo pêşxistina behreyên zarokan hatin lidarxistin.

Elî El Cerad bi navê Yekitiya Mamosteyan a Komeleya Perwerdeyê ya navçeyê destnîşan kir ku ew destekê didin van çalakiyan, ji ber ku ew jiyana hevbeş di navbera hemû zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xurt dikin.

Rêvebera Komîteya Çandê ya navçeyê Buşra El Hemîd got: "Me ev çalakî ji bo zarokan bi rê ve bir da ku em behreyên xwe bi giştî wek stran, helbest û govendê bi pêş bixin. Zarok behremend in û pêwîst e li ser van behreyan bê sekinandin û ew bên pêşxistin."

Rêveberê Komîteya Çalakiyan Hesen El Reca diyar kir ku di çalakiyê de nêzî 50 zarokên ji hemû dibistanên Şedadê bi behreyên cûrbecûr di serî de helbest û stran beşdar bûn.

El Reca da zanîn ku di rojên bê de dê çalakiyên din wek vê çalakiyê li dar bixin.

(mh)

ANHA