Li Şehbayê li ser 8ˊê Adarê semîner hat dayîn

Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de semîner dan. Di semînerê de roja 8'ê Adarê hat şîrovekirin û bal li ser têkoşîna jinan hat kişandin.

28 sibat, 2024   17:16
ŞEHBA

Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi dirûşma “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" semîner dan.

Semîner li kampa Serdem, Berxwedan û navçeya Ehdas hatin dayîn.

Di semîneran de roja 8'ê Adarê û sedema hilbijartina wê wek Roja Jinan a Cîhanê hatin şîrovekirin. Semînera li kampa Berxwedanê hatiye dayîn ji hêla endama kongra Star a kampa Berxwedan Nehle Reşîd ve hate birêvbirin.

Nehle Reşîd destnîşan kir ku di 1857'an de bi hezaran jin daketin qada New Yorkˊê û doza mafên xwe û pêkanîna wekheviyê bi zilaman re kir.

Nehle diyar kir ku sûcên qirkirina komî yên ku li dijî jin û zarokan tên pêkanîn tenê bi rêya şoreşên jinan tên têkbirin, bo nimûne jî şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Her wiha li ser girîngiya roja 8’ê Adarê jî sînevziyon hate pêşkêşkirin.

ANHA