Li Şamê pirsgirêkên mezhebî mezin dibin

Şêniyên taxa Seyîda Zeyneb a Şamê ditirsin ku aloziyên mezhebî yên heyî bibin sedema pevçûnên naxweyî, bi taybet piştî ku di xwepêşandanên duh de daxwaza "wêrankirina perestgehên şîeyan" hat kirin.

Li Şamê pirsgirêkên mezhebî mezin dibin
10 mijdar, 2025   13:13
ŞAM

Rewşa ewlehiyê ya aloz û arîşeya mezhebî li taxa Seyîda Zeyneb û gundewarên Şamê berdewam dike. Hêzên ewlehiyê li taxê belav bûne û di navbera pêkhateyên taxê de rewş aloz e.

Şeva borî, bi dehan kes tev li xwepêşandanên li herêma Seyîda Zeyneb bûn û dirûşmên ku daxwaza "wêrankirina şîeyên huseynî" dikir, berz kirin.

Berî hefteyekê li Seyîda Zeyneb ‘Huseyniya El Zehraa’ hat vekirin. Ev yek bû sedema nerazîbûna şêniyên herêmê, bi taybet şêniyên ku ji Golan û deverên din ên Sûriyeyê hatine. Şênî îdia dikin ku hebûna huseyniyan "hesasiyetên mezhebî gur dikin".

Derdorên şîe tirsa xwe anîn ziman ku ev alozî bibe sedema pevçûnên navxweyî û got ev êrişa mezhebî li dijî hebûna şîeyan a li herêmê ye.

(k)