Greva mamosteyan li Idlibê di roja duyemîn de berdewam e

Greva mamosteyan li Idlibê di roja xwe ya duyemîn berdewam dike. Li gelek dibistanan dersdayîn hat rawestandin. Mamoste doza zêdekirina mûçeyan û parastin mafên xwe dikin.

Greva mamosteyan li Idlibê di roja duyemîn de berdewam e
10 mijdar, 2025   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Greva mamosteyan a li Idlibê di roja duyemîn de berdewam dike, li gelek dibistanan dersdayîn hat rawestandin. Greva mamosteyan di çarçoveya kampanyaya "Greva Rûmetê" de pêk tê.

Mamosteyan duh li Idlib û Helebê dest bi grevê kir. Mamosteyan di dema çalakiyê de pankartên ku polîtîkayên Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz şermezar dikin, bilind kirin. Çalakvanan bal kişandin ser kêmbûna mûçeyan û daxwaza pêkanîna mafên xwe kir.

Çalakvanan diyar kir ku armanca grevê ne rawestandina proseya perwerdeyê ye, lê belê parastina rûmet û mafên wan ên rewa ye û bang li şêniyan û hevpîşeyên xwe kir ku piştgiriyê bidin helwesta wan da ku daxwazên wan werin pêkanîn.

(k)