Li Şamê êrişî xwendekarên Elewî hat kirin

Kesên rûgirtî li wargeha xwendekaran a Şamê êriş bir ser xwendekarên Elewî.

Li Şamê êrişî xwendekarên Elewî hat kirin
7 gulan, 2026   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hejmareke kesên rûgirtî li wargeha xwendekaran a li Şamê êrişî odeyên xwendekarên Elewî yên Fakulteya Endazyariya Mekanîk û Elektrîkê kir.

SOHR'ê da zanîn ku kesên rûgirtî derengiya şevê li yekîneyên 7 û 16 ên wargehê bi kêran bi ser odeyên xwendekarên Elewî de girt. Ev yek bû sedema tirsê di nava xwendekaran de.

Li gorî agahiyên SOHR'ê, dibe hin êrişkar xwendekarên ji gundewarên Şamê bin ku li heman wargehê dimînin. Hate diyarkirin ku nasnameyên hin êrişkaran hatine naskirin lê nehatin aşkerakirin.

Tê gotin, di wargehê kesek bi navê "Şêx Seken" tê naskirin ku hejmareke xwendekar xwe lê digirin û dibe ku êriş ji aliyê wî ve hatibe plankirin.

Çavkaniyan da zanîn ku xwendekaran der barê êrişî de serî li saziyên ewlehiyê û rêveberiya wargehê daye, lê gavên zelal ji aliyê wan ve nehatine avêtin.

(bb)