Malbatên dîlgirtiyan îro jî li qadan bûn

Li Dirbêsiyê malbatên dîlgirtiyan bi daxwaza serbestberdana zarokên xwe çalakiyek li dar xist.

Malbatên dîlgirtiyan îro jî li qadan bûn
Malbatên dîlgirtiyan îro jî li qadan bûn
Malbatên dîlgirtiyan îro jî li qadan bûn
Malbatên dîlgirtiyan îro jî li qadan bûn
Malbatên dîlgirtiyan îro jî li qadan bûn
7 gulan, 2026   14:54
HESEKÊ

Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên malbatên dîlgirtiyan ên bi daxwaza serbestberdana zarokên wan ên li gel hikumeta demkî dîgirtî, dewam dikin.

Îro jî malbatên dîlgirtiyan ên li bajarê Dirbêsiyê û şêniyan çalakiyek li pêşiya avahiya dadgehê li dar xist.

Di çalakiyê de wêneyên dîlgirtiyan hatin bilindkirin û pankartên bi daxwaza serbestberdana wan hatin vekirin.

Ji xizmên dîlgirtiyan Şêrîn Hisên daxuyanî xwend. Şêrînê anî ziman daxwaza wan a bingehîn aqûbeta tevahî dîlgirtiyan werin aşkerakirin û serbest werin berdan.

Her wiha destnîşan kir ku çalakiyên wan dê heya azadkirina tevahî dîlgirtiyan bidome û got: "Hikumeta demkî tevahî berpirsyariya dosyaya dîlgirtiyan hildigire.”

Şêrînê bang li gel kir ku ji bo dîlgirtiyan li qadan bin.

Çalakî bi dirûşmên "Em esîrên xwe dixwazin" û" Azadî azadî ji esîran re azadî" bi dawî bû.

(bb)

ANHA