Ji Festîvala Aştiyê ya Hevrîn: Hevrîn ronahiyek bû

Di Festîvala Aştiyê ya Şehîd Hevrîn Xelef de hate gotin, şehîd Hevrîn Xelef di qada siyasî de ronahiyek bû û dengê li hemberî nefret û cudekariyê bû. Her wiha hate diyarkirin ku şehîd Hevrîn bi wê baweriyê de bû ku jiyana hevbeş a di navbera gel û çandan de bingeha avakirina Sûriyeke edilane ye.

Ji Festîvala Aştiyê ya Hevrîn: Hevrîn ronahiyek bû
Ji Festîvala Aştiyê ya Hevrîn: Hevrîn ronahiyek bû
Ji Festîvala Aştiyê ya Hevrîn: Hevrîn ronahiyek bû
Ji Festîvala Aştiyê ya Hevrîn: Hevrîn ronahiyek bû
Ji Festîvala Aştiyê ya Hevrîn: Hevrîn ronahiyek bû
Ji Festîvala Aştiyê ya Hevrîn: Hevrîn ronahiyek bû
Ji Festîvala Aştiyê ya Hevrîn: Hevrîn ronahiyek bû
Ji Festîvala Aştiyê ya Hevrîn: Hevrîn ronahiyek bû
Ji Festîvala Aştiyê ya Hevrîn: Hevrîn ronahiyek bû
Ji Festîvala Aştiyê ya Hevrîn: Hevrîn ronahiyek bû
Ji Festîvala Aştiyê ya Hevrîn: Hevrîn ronahiyek bû
Ji Festîvala Aştiyê ya Hevrîn: Hevrîn ronahiyek bû
12 cotmeh, 2025   15:39
REQA

Festîvala Aştiyê ya ji bo bîranîna şehîd Hevrîn Xelef  li Reqayê hatiye lidarxistin bi dawî bû.

Di festîvalê de hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Kewser Doko axivî û got, nêrînên Hevrîn Xelef hîna di dilên kesên ku wê nas kirine, lê dide û ji kesên ku wê nedîtine jî bûne îlham.

Kewser Doko diyar kir ku qatilên Hevrîn Xelef heman kesên ku li perava Sûriyeyê û Siwêdayê jinan qetil dikin ne û got, ev kiryar berdewama hişmendiya despotîk e ku bi dehên salan Sûriyeyê bi rêve biriye.

Kewser Doko di dewama axaftina xwe de got: "Qatilên Hevrînê di hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de cih girtine. Ev yek berdewama wê zihniyetê ye ku azadiya jinan wekî xetereyê dibînin."

Kewserê anî ziman ku dewleta Tirk wan koman wekî alavekê ji bo lawazkirina Sûriyeyê bi kar tîne da ku Sûriyeyê bi rêbazên tundî, tirs, ne bi qanûnê were birêvebirin.

Kewser Doko di dewama axaftina xwe de behsa rola Hevrîn Xelef di xebata siyasî de kir û ev li gotinên xwe zêde kir "Hevrîn Xelef ne tenê rêvebereke partiyê bû, di heman demê de rûyek nû yê jinan di siyasetê de bû. Dengê li dijî nefretê bû. Di wê baweriyê de bû ku jiyana hevbeş a di navbera gel, ol û baweriyan de bingeha avakirina siberojeke adilane ye."

Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Keswer Doko di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dê şopdarên rêya şehîdan bin û ji bo pêkanîna azadiya jinan û edaleta civakî banga domandina têkoşînê kir.

’DI WIJDANÊ XWE DE XEMA WELAT Û HÊVIYÊN SÛRIYEYAN HILGIRTIBÛ’

Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman jî axivî û ev tişt anî ziman "Hevrîn Xelef dengeke nîştimanî ye. Di wijdanê xwe de xema welat û hêviyên Sûriyeyan a welatekî adilane û hemû gelê wê hilgirtibû. Di wê baweriyê de bû ku çareserî ne bi çekan û ne jî bi parçebûnê, lê bi diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî çareser dibe."

Leyla Qereman di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Hevrîn ne tenê rêvebereke siyasî bû, lê belê sembola têkoşîna demokasiyê bû û got: "Dema Partiya Sûriyeya Pêşerojê di Adara 2018’an de hat damezirandin, ne partiyeke siyasî tenê bû, lê belê tevgereke zanistî û nîştimanî da destpêkirin ku bi bawerî û hemwelatîbûnê bawer e."

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cemîla Mihemed jî axivî û got, "Hevrîn ne tenê siyasetmendar û çalakvanek bû, lê belê dengê mezlûman bû, dayika aştî û azadiyê bû, sembola jina têkoşer a ku ji bo rûmeta gelê xwe tê dikoşe.

 Cemîla bi domdarî got: "Qetilkirina Hevrînê ne qetilkirina şexsekê bû, lê hewldanek ji bo bêdengkirina ramanê bû."

’HEYA ROJA AZADIYÊ LI SÛRIYE HILÊ WÊ BERXWEDAN DEWAM BIKE’

Şêx Muşid Maşûq El Xeznewî jî peyamek bi deng ji festîvalê re şand. Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî anî ziman ku rêya têkoşîna bi dawî nebe, lê bi biryardarî dewam dike.

Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî diyar kir ku doza gelên azadîxwawz li pêşberî Xweda û her zarokek azad û di wijdanê her têkoşerekî/ê de zelaltir bûye û ev li gotinên xwe zêde kir "Rihê şehîd Hevrîn Xelef veguherî sembola aştiyê ye. Xwîna şehîdan vala naçe. Berxwedan wê berdewam bike heya ku roja azadiyê li ser Sûriyeyeke azad û demokratîk hilê."

Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî anî ziman  ku malbata şehîd Hevrîn beşek ji vê têkoşînê bû, dê dê di wijdanê wan de bimîne û wiha dawî li axaftina xwe anî "Em ê rêgezên ve girêdayî bin. Em bazaran li ser jiyana gelên xwe nakin. Aştî ji giyanê Hevrîn re, ji şoreşa me û siberoja me re serkeftin."

’ SÛRIYE Û WÊ JI ALIYÊ QSD’Ê VE AVA BIKE’

Ji endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê û fermandarên YPJ’ê Rohilat Efrîn jî di festîvalê de axivî. Rohilat Efrîn doza domandina rêya şehîdan de û got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me berpirsyariya parastina hemû saziyên sivîl û leşkerî û gel girtiye ser xwe. Armanca me azadî ye. Bi saya fedakariyên têkoşeran, di serî de têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef em gihaştine vê astê. "

’JI BO GELÊ XWE RÊYA TÊKOŞÎNÊ HILBIJART’

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa jî axivî û da zanîn ku ew bi keça xwe serbilind e û wiha axaftina xwe domand "Sûriye bi destê QSD’ê dê were avakirin. QSD’ê di dilê me de ye. Em ê nehêlin xwîna Hevrînê vala biçe. Em dê wekî ku Tirkiye dixwaze, an ku yek al, yek nasname, yek ziman, yek çand, nebin. Em Sûriyeke demokratîk dixwazin ku hemû pêkhateyên wê hembêz bike."

Sûad Mistefa destnîşan kir ku keça wê dixwest fêr bibe û yên din jî fêr bike û fêdeyê bide gelê xwe, lew ra xeta têkoşîna ji bo gelê xwe hilbijart.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê  xelata îsal a festîvalê da Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî. Xelat radestî Şêx Sînan Seydûş hat kirin.

Di dawiya festîvalê de helbestvan Samir El Şemerî  2 helbest xwendin.

(bb)

ANHA