Li Şamê çalakiya 25′ê Mijdarê

Li taxa Zorava ya Şamê bi boneya 25′ê Mijdarê çalakiyek hat lidarxistin.

Li Şamê çalakiya 25′ê Mijdarê
Li Şamê çalakiya 25′ê Mijdarê
Li Şamê çalakiya 25′ê Mijdarê
Li Şamê çalakiya 25′ê Mijdarê
Li Şamê çalakiya 25′ê Mijdarê
Li Şamê çalakiya 25′ê Mijdarê
Li Şamê çalakiya 25′ê Mijdarê
25 mijdar, 2023   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiya bi dehan kes tevlê bibûn ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin.

Di çalakiyê de rêvebera Kongra Star a Şamê Berçem Yûsif dîroka ragihandina 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan vegot û got:"Di kesayeta her sê xwişkên Mîrebal de em tevahî jinên ku li hemberî zîhniyeta baviksalar a desthilatdar tê koşiyan û şehîd bûne, bi bîr tînin. Em silavên xwe yên germ ji ronakbîrê mezin, mîmarê azadiyê Rêber Apo re dişînin. Rêber Apo girîngî da pirsgirêka jin û bi kurahî lêkolîn kir. Rêber Apo rêya jinan ronî kir û îsbat kir ku bêyî jinan civak û welatekî azad ava nabin û bêyî berxwedanê azadî nepêkan e."

Berçem anî ziman ku ew ê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li qadên têkoşînê bin û wiha pê de çû: "Yên jinan biçûk dixin, civak û mirovahiyê biçûk dixin, di encamê de nikare azadiyê bi dest bixe. Em dibêjin na ji kolekirina jinan re, na ji destdirêjî, lêdan, qetilkirin û heqaretkirin re. Qetilkirina jinan qetilkirina civak, welat û mirovahiyê ye. Em ê ji bo azadiya tevahî jinan bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî têkoşînê berdewam bikin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(bb)

ANHA