Kargeheke çêkirina dronan a Îranê hate îmhakirin

Di êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Tehranê de kuştî û birîndar çêbûne û kargeheke çêkirina dronan hat îmhakirin. Îmarat û Erebistana Siûdî ragihand ku wan bersiva êrişên mûşekan daye.

Kargeheke çêkirina dronan a Îranê hate îmhakirin
23 adar, 2026   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Îranê ragihand ku di êrişên îro yên DYA û Îsraîlê yên loi ser Kerec, Urmiye û Bender Ebasê û li ser gelek deveran de kuştî û birîndar çêbûne. Hate diyarkirin ku li dijî Tehranê 5 êriş hatine kirin.

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku di êrişa li Bender Ebas a li dijî stasyona radyoyê de kesek hatiye kuştin û li herêma Xerem Ebad û hin deverên din jî birîndar û zirarên madî yên mezin çêbûne. Televîzyonê ragihand ku lêgerîna li kesên di bin kavilan de dewam dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji bo rawestandina êrişan banga destwerdanê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir, her wiha bang kir ku aliyên êrişkar neçar bikin ku tawîzan bidin û tesîsên nukleerî yên Îsraîlê bixin bin çavdêriya navneteweyî.

Li aliyekî din Fermandariya Navendî ya DYA’yê ragihand ku wê li Îranê kargeheke hilbrerandina motorên dronan a ku Pasdarên Îranê di êrişên xwe de bi kar tîne, îmha kiriye.

Serokê DYA’yê Donald Trump gef xwaribû ku eger Îran Tengava Hurmuzê di nava 48 saetan veneke dê li tesîsên enerjiyê yên Îranê bixe.

Îmaratê jî ku di vî şerî de dibe hedef, ragihand ku wê mûşek û dronên Îranê asteng kirine. Her wiha îşaret pê kir ku parçeyên mûşekekê li Ebû Dabiyê ketine û hin kes bi sivikî birîndar bûne.

Erebistana Siûdî jî da zanîn ku Riyad bi 2 mûşekên balistîk hatiye hedefkirin û da zanîn ku mûşekek hat xist û ya din li herêmeke vala ket.

(bb)