Li Rûsyayê di êrişa balafirên Ukraynayê de 2 kes hatin kuştin

Şevê din li bajarokê Voskresensk ê nêzî Moskovê yek jê zarok, 2 kes di encama êrişa balafirên bêmirov ên Ukraynayê de hatin kuştin.

Li Rûsyayê di êrişa balafirên Ukraynayê de 2 kes hatin kuştin
29 îlon, 2025   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Rûsyayê li ser Telegramê agahî têkildarî êrişê parve kirin û diyar kir ku şewata ji ber bombebarana balafirên bêmirov ên Ukraynayê, bû sedema mirina jineke 76 salî û neviya wê ya 6 salî. Her wiha hate zanî ku ji bilî mala qurbaniyan, li bajarok zirar bi gelek malên din jî bûye.

Her wiha li gorî rayedaran, hêzên hewayî yên Rûsyayê herêmên Voskresensk û Kolomna yên li başûrê rojhilatê Moskovê 4 balafirên bêmirov anîne xwarê.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku şevê din hêzên wan ên hewayî 84 balafirên bêmirov ên Ukraynayê asteng kirine.

Ukrayanyê jî ragihand ku di êrişa bi şev de 595 balafirên bêmirov û 48 moşek bi kar anîne. Piraniya wan hatin xwarê. Beriya niha jî di êrişa Rûsyayê ya li dijî paytexta Ukraynayê Kîevê de herî kêm 4 kes hatin kuştin.

(dc)