Jinên ciwan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dixwînin

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan li Helebê dest bi xwendina pirtûka Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abullah Ocalan kir.

Jinên ciwan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dixwînin
Jinên ciwan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dixwînin
Jinên ciwan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dixwînin
Jinên ciwan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dixwînin
29 îlon, 2025   14:09
HELEB

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan li Helebê îro dest bi xwendina pirtûka "Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abullah Ocalan kir.

Li gorî endamên yekitiyê, ev gav bersivek e li hember belavbûna gotara nefretê û nîjadperestiyê di nava hin beşên civaka Sûriyeyê de û bi taybet jî di nava ciwanan de.

Şêwirên xwendinê, li Navenda Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê her roj saet di 08:00’an dest pê dikin û 2 saetan dom dikin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê Werda El Ehmed got bicihanîna prensîbên aştiyê di nava civakan de armanca sereke ya Rêber Abdullah Ocalan e, pêkanîna van prensîban jî bi perwerdekirina ciwanan dest pê dike.

Rêber Abdullah Ocalan di 27`ê Sibata 2025`an de banga xwe ya dîrokî ji bo aştî û civaka demokratîk kiribû, piştî wê ji Zindana Îmraliyê "Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk" derxist, ew manîfesto ji bo gotûbêjkirina aştî, dadmendî, demokrasî û rola jinan di civakê de bûye lêveger.

(k)