Li rojhilatê Ukraynayê 3 kes hatin kuştin, 15 kes birîndar bûn

Di êrişa Rûsyayê ya li ser Dniproyê ya rojhilatê Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn. Dagestanê jî ragihand ku di êrişeke bi dronan a Ukraynayê ya li ser Kaspiyskê de zarokek birîndar bûye.

Li rojhilatê Ukraynayê 3 kes hatin kuştin, 15 kes birîndar bûn
1 kanûn, 2025   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsyayê îro bi mûşekan êrişî bajarê Dniproyê yê li rojhilatê Ukraynayê kir, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûn. 

Rayedaran da zanîn ku ji ber êrişê avahiyên sivîl û erebeyên wan zirar dîtine û tîmên rizgarkirinê lêgerîna di bin kavilan de didomînin.

Parêzgarê Dagestanê Sergei Melikov jî ragihand ku wan êrişeke dronan a Ukraynayê ya li ser bajarê Kaspiysk têk bir û got tîmên awarte ji bo nirxandina zirarê dixebitin.

Wezareta Tenduristiyê ya Dagestanê diyar kir ku di encama êrişê de zarokeke 12 salî bi sivikî birîndar bûye.

(bb)