Ktaz gef li Hemasê xwarin: Hûn ê berdêlekî giran bidin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, Tevgera Hemasê bi êrişa dijî hêzên wan li Şerîda Xezayê tawanbar kir û gef li wê xwar ku "hûn ê berdêlekî giran bidin". Hemasê jî got, "Me li Xezayê êrişî tu hêzên Îsraîlê nekiriye."

Ktaz gef li Hemasê xwarin: Hûn ê berdêlekî giran bidin
28 cotmeh, 2025   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got "Tevgera Hemasê li Şerîda Xezayê êrişî hêzên wan kiriye û gef li Hemasê xwar ku "hûn ê berdêlekî giran bidin."

Katz daxuyand ku "Dê rêxistina Hemas a terorîst, ji ber êrişa wê li dijî leşkerên artêşa Îsraîlê ya li Xezayê û binpêkirina agirbesta taybet bi vegerandina cenazeyên rehîneyan, berdêlekî giran bide."

Katz da zanîn ku êrişa Hemasê ya li dijî leşkerên Îsraîlê li Şerîda Xezayê "binpêkirina tund a xeta sor e" û wê artêşa îsraîlê "bi hêzeke mezin bersivê bide."

Li aliyekî din jî Tevgera Hemasê daxuyaniyên wezîrê Parastinê yên Îsraîlê derewandin û got "Me li Şerîda Xezayê êrişî tu hêzên Îsraîlê nekiriye."

Di saetên borî de, balafirên şer ên Îsraîlê cihên cuda yên Şerîda Xezayê bombebaran kirin, li gorî raporên ragihandinê, weke bîlançoya destpêkê, di êrişa Îsraîlê ya li dijî erebeyekê li Xan Yûnisê 5 kes hatin kuştin.

(fr)