Hêzên hikumeta veguhêz ciwanek ji Şêxmeqsûdê revand

Çekdarên hikumeta veguhêz li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ciwanek revand.

Hêzên hikumeta veguhêz ciwanek ji Şêxmeqsûdê revand
10 cotmeh, 2025   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku çekdarên hêzên hikumeta veguhêz roja sêşemê (7 Cotmeh 2025) li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ciwanê bi navê Mihemed Fadil Mihemed (18) revandiye.

Li gorî rêxistinê Mihemed Fadil Mihemed ji bajarê Şêranê yê Efrîna dagirkirî ye û li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dima.

Rêxistinê destnîşan kir ku aqûbete Mihemed nayê zanîn.

Zarokê bi navê Îmad Arif Horê (17) yê ji Şêxmeqsûdê ji 7’ê Cotmehê ve ji aliyê hikumeta veguhêz ve revandî ye. Malbatê wî diyar kir ku hikumeta veguhêz berpirsê silametiya kurê wan e û daxwaza serbestberdana wî kir.

(bb)