Li Rojhilatê Kurdistanê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Rojhilatê Kurdistanê di encama qezayekê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê di encama bûyereke trafîkê ya di navbera barhelgir û 2 wesayîtên taybet pêk hatiye de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Medyaya Rojhilatê Kurdistanê der barê bûyera trafîkê ya ku 5 kesan tê de jiyana xwe ji dest da de agahî belav kirin.
Li gor medyaya Rojhilatê Kurdistanê îro êvarê li bajarê Îlamê di encama bûyereke trafîkê ya di navbera barhelgir û 2 wesayîtên taybet pêkhatî de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Her wiha medyaya Rojhilat ragihand ku bûyer li ser rêya sereke ya Îlam-Mêkranê pêk hatiye.