Li Helebê Hemze Kobanê hat bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta endamê Komîteya Aboriyê ya Taxa Şêxmeqsûdê Hemze Kobanê mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

Li Helebê Hemze Kobanê hat bibîranîn
Li Helebê Hemze Kobanê hat bibîranîn
Li Helebê Hemze Kobanê hat bibîranîn
Li Helebê Hemze Kobanê hat bibîranîn
Li Helebê Hemze Kobanê hat bibîranîn
Li Helebê Hemze Kobanê hat bibîranîn
24 sibat, 2024   21:11
HELEB

Îro salvegera yekemîn a şehadeta endamê Komîteya Aborî ya Taxên Şêxmeqsdû û Eşrefiyê ya Helebê Hemze Kobanê ye. Bi vê munasebetê Meclisa Malbatên Şehîdan li ser gorên şehîdan ên Goristana Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mûm hatin pêxistin.

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih axivî û têkoşîna demdirêj a şehîd Hemze bi bîr xist û got dê şehîd di dilên tevahî xelkê Şêxmeqsdû û Eşrefiyê de bimîne.

Her wiha endama Komîteay Aboriyê ya Helebê Fatme Îbrahîm got şehîd Hemze bi rêya têkoşîna xwe rûyê fedakariya rast nexşe kir, bi taybet di rojên erdhejê de ruxmî derfetên kêm piştgirî dida gel.

Di dawiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

Endamê Komîteya Aboriyê ya Helebê Hemze Kobanê di 24ˊê Sibata 2023ˊyan de di encama teqîna erebeya ew lê siwar bûbû de ji hêla saziyên îstîxbarata dewleta Tirk ve li herêma Şiqeyfê li bakurê taxa Şêxmeqsûdê şehîd bû.

(fr)