Meclisa Rêveber a Firatê jinûve sazûmankirina deste û meclisan nîqaş kir
Meclisa Rêveber a Kantona Firatê ji bo nîqaşkirin û xwendina Hevpeymana Civakî û avakirina meclisên desteyên kantona Firatê li gorî madeya 97ˊan civîneke awarte li dar xist.
![Meclisa Rêveber a Firatê jinûve sazûmankirina deste û meclisan nîqaş kir](https://hawarnews.com/ar/uploads/images/202402/image_870x_65da17f0b7dae.jpg)
Di civînbê de hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Firatê, hevserokatiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê, hevserokên deste û nivîsgehan beşdar bûn.
Desteya Meclisa Rêveber a Kantona Firatêhin xalên Hevpeymana Civakî, rêbazên samûzaniya meclis û desteyên li tevahî saziyên kantonê nîqaş kirin, her wiha rêxistinkirina meclisên desteyan ên nûnerên sazî û yekitiyên xebatên wan girêdayî deste û komîteyên kantonê nîqaş kirin.
Di dawiya civînê de plana xebata aktîfkirin û pêkanîna benda 97ˊan a Hevpeymana Civakî li kantona Firatê, avakirina komîteyeke amadekar ji bo nîqaşkirin û şopandina avakirina meclisên desteyan li gorî Hevpeymana Civakî di navbera mehekê de hatin gotûbêjkirin.
(fr)