Li Rojhilatê Kurdistanê 394 welatî hatin binçavkirin

Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê 394 kes binçav kirine.

Li Rojhilatê Kurdistanê 394 welatî hatin binçavkirin
25 nîsan, 2026   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Îstixbaratê ya Îranê di daxuyaniyekê de îtiraf kir ku di nava çend rojên borî de li bajarê Sine û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê 394 welatî bi tometa ‘têkdana ewlehiya giştî’ binçav kirine.

Hate diyarkirin ku hinek ji kesên hatine binçavkirin êşkenceyek tûnd li wan hatiye kirin.

Medyaya fermî ya Îranê di nava du mehên borî de girtina bi hezaran welatiyan a ji aliyê Îranê ve ragihandiye.