Zarokekê ji keleha Sikerayê ket û jiyana xwe ji dest da

Zarokeke 13 salî duh ji keleha Sikerayê ya bajarê Hesekê ket û jiyana xwe ji dest da.

Zarokekê ji keleha Sikerayê ket û jiyana xwe ji dest da
25 nîsan, 2026   15:35
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, zaroka bi navê Dûaa Xalid El Hemdo ya 13 salî duh ji keleha Sikera ya herêma Çiyayê Kezwanan a gundewarê Hesekê ket û jiyana xwe ji dest.

Dûaa tevî malbata xwe  ya ji koçberên Serêkaniyê, duh li devera Keleha Sikerayê seyran dikirin. Dema diçe ser kelehê dikeve.

Di ketinê de stûyê Dûaayê dişkê û di cih de dimire.

(bb)