Li peravên Tunisê 40 penaber xeniqîn

Li gorî berdevkê dadweriya Tunisê, serê sibê li peravên Tunisê 40 penaber xeniqîn, di heman demê de tîmên rizgarkirinê karîn 30 koçberan rizgar bikin.

Li peravên Tunisê 40 penaber xeniqîn
22 cotmeh, 2025   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê dadweriyê ji AFPˊê re ragihand ku 40 penaber li hember peravên Tûnisê xeniqîn, û 30 penaber jî hatin rizgarkirin.

Berdevkê fermî yê Dadgeha Parêzgeha Mehdiya Welîd Şetbarî anî ziman ku qeza di sibehê de qewimî. Li gorî lêpirsînên destpêkê, di destpêkê de 70 kes di keştiyekê de bûn. 40 cenaze, di nav de pitik jî hebûn, hatin derxistin û 30 yên din jî hatin rizgarkirin.

(ac)

ANHA