Li Rojhilat agirê Newrozê hat dadan

Agirê Newrozê li gundewarên bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê hate dadan. Di pîrozbahiyan de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê berzkirin.

Li Rojhilat agirê Newrozê hat dadan
12 adar, 2024   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel zext û zordariya hêzên dewleta Îranê jî li Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir.

Li gundewarên bajarê Sine yên wekî Avîheng, girseyên gel li hev kom bûn û agirê Newrozê dada.

Şêniyên gund bi cil û bergên xwe yên rengîn li dora agirê Newrozê govend gerandin.

Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Kurdistan" hatin berzkirin.