Li rojavayê Siwêdayê şer derket

Li Siwêdayê li eniyên bajarokên Mezra û Mecdel ên li gundewarê rojavayê Siwêdayê di navbera hêzên Parazvanên Neteweyî û hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de şer derket.

Li rojavayê Siwêdayê şer derket
6 kanûn, 2025   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me li Siwêdayê ragihand ku li eniya bajarokên Mezra û Mecdel li gundewarê rojavayê Siwêdayê, di navbera hêzên Parazvanên Neteweyî û hêzên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyeyê de, şer qewimî.

Droneke "bombekirî" ya hêzên Hikûmeta Veguhêz nêzî xaleke leşkerî ya "Parêzvanên Neteweyî" li ser heman eniyê bombebaran kir, bêyî ziyan bibin.

Vê sibehê, li gundewarê rojavayê Siwêdayê di navbera her du aliyan de şer û pevçûnên bi çekên navîn derket.

 (ac)

ANHA