Artêşa Endonezyayê amadekariya şandina bi hezaran leşkeran ji bo Xezayê dike

Artêşa Endonezyayê daxuyand ku ew amade ye hêzên xwe di çarçoveya erka "Konseya Aştiyê" de bişîne Xezayê.

Artêşa Endonezyayê amadekariya şandina bi hezaran leşkeran ji bo Xezayê dike
10 sibat, 2026   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Endonezyayê ragihand ku wê dest bi amadekariyên xwe yên şandina gengaz a hêzên xwe li Şerîda Xezayê di çarçoveya erka "Konseya Aştiyê" de kiriye.

Serfermandarê artêşa Endonezyayê Maruli Simanjuntak daxuyand leşkeran dest bi perwerdekirina personelên ku dikarin ji bo mîsyonên aştîparêz werin erkdarkirin kirine. Simanjuntak destnîşan kir ku yekîneyên endezyariyê û bijîşkî ji bo her şandina gengaz amade ne.

Simanjuntak diyar kir ku hejmara leşkerên wê werin şandin hîna diyar nebûye.

Serokê Endonezyayê Prabowo Subianto berê amadebûna welatê xwe ji bo şandina heta 20 hezar leşkeran bo Xezeyê, wekî beşek ji plana stratejîk a ku wî pejirandî, ragihandibû. Tê payîn ku Subianto di rojên pêş de serdana Washingtonê bike da ku beşdarî civîna Konseya Aştiyê bibe.

Li gorî raporên medyayê yên Îsraîlê, texmîn e ku hêzên Endonezyayê erkên çavdêriya xetên agirbestê bike, lê tev li rûbirûbnên rasterast an jî operasyonên bêçekkirinê nebe.

(fr)