Li Helebê li dijî biryarên şaredariyê xwepêşandan

Şêniyên taxa Seyf El Dewle li Helebê, , li dijî rewşa aborî ya xirab û zexta şaredariya bajêr li ser wan xwepêşandanek li dar xistin.

Li Helebê li dijî biryarên şaredariyê xwepêşandan
26 mijdar, 2025   23:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Îşev, bi dehan şêniyên taxa Seyf El Dewle li Helebê li dijî rewşa aborî ya xirab û zexta şaredariya bajêr li ser wan xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandêran dirûşmeyên wekî "Em dixwazin bijîn.... Em dixwazin bi rûmet bijîn... Şaredarî, dev ji me berde!" qîr kirin.

Li gorî yek ji xwepêşanderan, şaredariya bajarê Helebê dest danî ser debara wan û biryar da ku bestekên wan ku li ser wan karê firotinê dikin, werin rakirin.

Di vê navberê de hêzên ewlekariyê li taxê û derdorê belav bûn, bi tirsa ku xwepêşandanên weke yên duh li Hums û Siwêdayê, pêk werin.

(k)