Li Reqayê yekem odeya emeliyeta çêkirina şewatan hat vekirin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca pêşxistina beşa tenduristiyê, yekem odeya emeliyetê ji bo dermankirin û çêkirina şewatên çermê li bajarê Reqayê vekir.

Li Reqayê yekem odeya emeliyeta çêkirina şewatan hat vekirin
29 nîsan, 2025   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya kedên ji bo pêşxistina beşa tenduristî li deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê yekem odeya nûjdariyê ya ji bo dermankirin û çêkirina şewatên çermê li Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê, vekir.

Li gorî malpera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, vv gava yekem e li asta nexweşxaneyên Rêveberiya Xweser li Herêmê tê avêtin. Armanca wê jî asta xizmetguzariya ji nexweşên şewatê û deformasyonên (xerabûn) çermê re bên pêkêşkirin.

Di vekirina odeyê de, nûnerên ji deste, nivîsgehên Meclisa Rêveber, kadroyên tibî û pîşeyî amade bûn, rewşa odeya nû û alavên wê şopandin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Reqayê Ariya Mihemed di vekirina odeyê de got vekirina vê odeyê destkeftiyek e, ku firehkirin û nûkirina binesaziya tenduristiyê ya kantonê nîşan dide.

Li aliyekî din jî pispora emeliyeta xweşikkirin û şewatê Dr. Mizgîn Ebdulqadir Murşid diyar kir ku ji bo pêkanîna emeliyetên baldar û ewle li gorî pîvanên bilind ên bijîşktiyê bên misogerkirin, di beşa nû de alav û teknîkên nûjen hene.

Di dawiyê de li odeyê gerîn û xizmetguzariyên ku wê ev beşa nû ji nexweşan re pêşkêş bike hatin nasandin.

(fr)

ANHA