‛Fedakariyên şehîdan wê di bîr û rûpelên dîrokî de nemirî bimînin’

Di merasîma xiyabî ya şervanên QSD’ê Şoreş Amanûs, Dijwar Heleb û Sîwar Mahsum de axêveran soza domandina têkoşînê heta pêkanîna xwestekên şehîdan da û got wê fedakariyên wan di bîr û rûpelên dîrokê de nemirî bimînin.

29 nîsan, 2025   17:43
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo 3 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Şoreş Amanûs (Mistefa Mamo), Dijwar Heleb (Xelîl Xelîl) û Sîwar Mahsum (Aydin Reşîd) ên ku di demên cuda yên meha Kanûna par de li Sirîn, Dêr Hafir û Minbicê şehîd bûn, merasîmeke xiyabî li dar xist.

Merasîm li Qada Şehîdan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya xelkê, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hat lidarxistin.

Di merasîmê de rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Mardilî axivî û soza xurtkirina ewlehî û şopandina ser rêça şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih jî got: "Gotin li hember wesifkirina şehîdan ku canê xwe di oxira parastina welat û rûmeta civakê de dane aciz in û wê fedakariyên wan di bîr û rûpelên dîrokê de nemirî bimînin."

Her wiha birayê şehîd Şoreş Amanûs, Mehmûd Mamo jî axivî û got: "Di oxira xwegihandina li xwestekên doza Kurdî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de em amade ne şehîdan bidin."

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zelûx Qember wesîqeyên her sê şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(fr)

ANHA