Meclis û hevserokên Odeya Bazirganiyê ya Dêrazorê hatin hilbijartin

Odeya Bazirganiyê ya kantona Dêrazorê kongreya 1ˊemîn li dar xist. Di kongreyê de meclis û hevserokên odeyê hatin hilbijartin.

Meclis û hevserokên Odeya Bazirganiyê ya Dêrazorê hatin hilbijartin
Meclis û hevserokên Odeya Bazirganiyê ya Dêrazorê hatin hilbijartin
Meclis û hevserokên Odeya Bazirganiyê ya Dêrazorê hatin hilbijartin
Meclis û hevserokên Odeya Bazirganiyê ya Dêrazorê hatin hilbijartin
Meclis û hevserokên Odeya Bazirganiyê ya Dêrazorê hatin hilbijartin
Meclis û hevserokên Odeya Bazirganiyê ya Dêrazorê hatin hilbijartin
Meclis û hevserokên Odeya Bazirganiyê ya Dêrazorê hatin hilbijartin
30 kanûn, 2025   17:35
DÊRAZOR

Bi diruşma "Bazirganî pêşbazî ye...aboriyeke civakî bi ser dikeve" Rêxistinên Civaka Demokratîk ên kantona Dêrazorê Kongreya 1ˊemîn a Odeya Bazirganiyê ya 2025ˊan li dar xist. Di kongreyê de rewşa aborî, pêşxistina sazûmaniya îdarî ku xizmetî civakê bike hatin nîqaşkirin.

Kongre li avahiya Desteya Aborî û Çandiniyê ya bajarokê Hesîniyê bi amadebûna hevserokên Rêxistinên Civaka Demokratîk, nûnerên ji Rêveberiya Xweserî, rûspiyên herêmê, bazirgan û pîşesazan hat lidarxistin.

Hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Dêrazorê Rîm El Faris bi xêrhatina amadebûyan kir. Dûre şêwirmendê Meclisa Rêveber Şiyar Mihemed rewşa siyasî nirxandin.

Bazirganan li ser zehmetiyên rûbirûyî karên wan nîqaş kirin.

Ji wan zehmetiyan rûbirûyên bazirganan wiha ne:

Derxistina qeydên bazirganî ji navendên Qamişlo û Hesekê heta 3 mehan tên paşxistin.

Bacên bilind û dubarebûna lêkolînên ewlehiyê tevgera xebatên asteng dikin.

Ji ber rewşa kantonê ya îstîsna ji hin aboneyan were efûkirin.

Kongreya Odeya Bazirganiyê bi van xalan bi dawî bû:

Demildest bi dest bi jinûve sazûmankirina nivîsgehên îdarî yên Odeya Bazirganiyê li gorî xalên Hevpeymana Civakî û Dabeşkirina Îdarî ya nû ya bajar û bajarokên kantonê were kirin, da ku nermbûna xebatê û leza destkeftinê were misogerkirin.

Xebitîna li ser aktîvkirina tevahî yekitiyên bazirganî û pîşeyî yên di odeyê de hatine rawestandin û ji nû ve birêxistinkirina wan ji bo temsîlkirina hêviyên bazirganan û parastina mafên wan.

Avakirina komîteyên meydanî yên aktîv ji bo çavdêrkirina sûk û tevgera bazirganiyê (kirîn û firotinê) ji bo misogeriya îstîqrara bihayan, qedexeya keysbazkirinê û parastina ewlehiya xurekê ji bo welatiyan.

Pêşniyarkirina destpêşxerêyên pratîkî ji bo hêsankirina tevgera dahat û hinardeyê di çarçoveya derfetên heyî de.

Pêşxistina rola odeya bazirganiyê weke xeleka navgîniya fermî û bingehîn di nava bazirgan û aliyên eleqedar ên Rêveberiya Xweser de ji bo derbaskirina astengiyan û çareserkirina pirsgirêkan.

Xebitîna li ser çareserkirina zehmetiyên îdarî yên ku bandoreke neyînî li ser çalakiya bazirganiyê dikin û hêsankirina tedbîrên taybet bi ruxset û dosyayên yasayî.

Hevkariya berdewam bi aliyên eleqedar û şaredariyan re ji bo başkirin û pêşxistina binesaziyên sûkan û herêmên bazirganiyê li kantonê, ji bo avakirina zemîneke veberhênanê ya guncaw.

Girîngîdayîna xebata hevbeş û hevkariya mayînde ya pêşxistina rewşa bazirganî û aborî li Dêrazorê.

Pêşniyarek fermî û lez ji Desteya Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ji bo daxwaza nenavendîbûna qeyda bazirganiyê were rakirin û demek kurt ji bo wergirtina wê were destnîşankirin, da ku tevgera bazirganan hêsan bibe, zehmetiyên rêwîtiyê û derengmayînê sivik bibin.

Di dawiya kongreyê de Husam Ebdulqadir û Betûl El Elî ji bo hevserokatiya Odeya Bazirganiyê ya kantona Dêrazorê hatin hilbijartin.

Piştre sînevîzyonek li ser xebat û çalakiyên aborî yên salekê hat pêşandan.

(fr)

ANHA