Li Reqayê panela ‘Nenavendîtî mîsogeriya avakirina komara demokratîk a Sûriyeyê ye’

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Silêman Ereb di panela ‘Nenavendîtî mîsogeriya avakirina komara demokratîk a pirreng a Sûriyeyê ye’ de diyar kir ku nenavnedîtiya demokratîk ne vebijêrkeke rêveberiyê ya ji rêzê ye, lê mîsogeriya avakirina komareke demokratîk e.

Li Reqayê panela ‘Nenavendîtî mîsogeriya avakirina komara demokratîk a Sûriyeyê ye’
Li Reqayê panela ‘Nenavendîtî mîsogeriya avakirina komara demokratîk a Sûriyeyê ye’
Li Reqayê panela ‘Nenavendîtî mîsogeriya avakirina komara demokratîk a Sûriyeyê ye’
Li Reqayê panela ‘Nenavendîtî mîsogeriya avakirina komara demokratîk a Sûriyeyê ye’
Li Reqayê panela ‘Nenavendîtî mîsogeriya avakirina komara demokratîk a Sûriyeyê ye’
Li Reqayê panela ‘Nenavendîtî mîsogeriya avakirina komara demokratîk a Sûriyeyê ye’
Li Reqayê panela ‘Nenavendîtî mîsogeriya avakirina komara demokratîk a Sûriyeyê ye’
Li Reqayê panela ‘Nenavendîtî mîsogeriya avakirina komara demokratîk a Sûriyeyê ye’
Li Reqayê panela ‘Nenavendîtî mîsogeriya avakirina komara demokratîk a Sûriyeyê ye’
22 cotmeh, 2025   16:54
REQA

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) panelek bi sernavê "Nenavendîtî mîsogeriya avakirina komara demokratîk a pirreng a Sûriyeyê ye” li Hola Çandê ya bajarê Reqayê li dar xist. Endamên partiyê, gelek siyasetmedar û şênî beşdarî panelê bûn.

Di panelê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Silêman Ereb axivî û got nenavendîtî ne vebijêrkeke rêveberiyê ya ji rêzê ye, lê ji bo mîsogeriya edalet û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de, pêdiviyek e.

Silêman Ereb di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku pergala navendî ya ku bi dehan salan welat bi rê ve bir, di pêkanîna geşkirina hevseng de têk çû û herêmên berfireh ên Sûriyeyê paşguh kirin û got: "Sîstema nenavnedî ya demokratîk mafê dide her herêmekê ku li gorî taybetmendiyên xwe yên çandî û civakî û di çarçoveya welatekî yekgirtî de xwe bi rê ve bibe.”

Ereb destnîşan kir ku nenavendîtî nayê wateya parçekirin an jî cudaxwaziyê, lê modeleke durist a rêvebirinê û parvekirina adilane ya desthilat û çavkaniyan e.

Piştre beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin. Beşdaran got "Danezana Destûrî" ya hikumeta veguhêz hemû beşên civakî temsîl nake. Her wiha zextên siyasî û ewlehî yên ku hikumeta veguhêz li peravê, Siwêda û taxa Şêxmeqsûdê dimeşîne, rexne kirin.

Di axaftinên beşdaran de îşaret bi girîngiya rola jinan di avakirina Sûriyeyê de kir û got divê rola jinan di qadên siyasî û civakî û hwd de were bipêşxistin û vegera ewle ya koçberên Sûriyeyê were garantîkirin.

Di dawiya panelê de Silêman Ereb bersiva pirsên beşdaran dan û got partiya wan di projeya nîştimanî de ku maf û azadiya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê diparêze, bi israr e.

(bb)

ANHA