Li Tebqayê têkildarî "danezana destûrî û nebûna vîna gel" panel

Di panela diyalogê ya li Tebqayê de rewşa temsîliyeta siyasî ya li Sûriyeyê, rêbazên vegerandina vîna gel û misogeriya beşdariya adilane ya tevahî pêkhateyan di biryardayînê de, hat nîqaşkirin.

22 cotmeh, 2025   16:49
TEBQA

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Tebqayê, bi sernavê "Danezana destûrî û nebûna vîna gel" li hola Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê panelek diyalogê li dar xist. Di panelê de siyasetmedar û rewşenbîrên herêmê amade bûn. Di panelê de rewşa temsîliyeta siyasî û tedbîrên destûrî li Sûriyeyê, rêbazên vegerandina vîna gel û misogerkirina beşdariya edilane ji bo tevahî pêkhateyan di biryardanê de, hatin nîqaşkirin.

Panel bi deqeyekê rêxistinê dest pê kir, dûre hevserokê PYDˊê yê li kantonê Mistefa El Nasir destnîşan kir ku diviyabû rawestandina destûra giştî di Kanûna 2024ˊan de, rê li ber avakirina dewletek demokratîk a modern vekira. Lê, dûrxistina beşên mezin ên Sûriyeyan ji pêvajoya siyasî, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire heya Siwêda û peravê, ev pêvajo lawaz kiriye. Ji ber ku komîteya destûrî di bin fermanên derve de dixebite.

Di panelê de gelek mijar hatin nîqaşkirin; weke peymana 10ˊê Adarê ya bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re, ku êdî bûye bingeha her pêvajoya dan û standinê, astengiyên li pêşiya wê û derengxistina bicihanîna wê. Li kêlek wê jî rola komîteya destûrî di navbera xurtkirina meşrûiyetê yan jî pêkanîna dûrxistina siyasî û erdnîgarî de, edaleta di temsîlkirina siyasî û bandora nebûna wê li ser yekitiya welat de, meşrûiyeta hilbijartinên dawî digel dûrxistina herêman û pêkhateyên bingehîn, çareseriyên guncaw ên ji bo avakirina dewleteke demokratîk a li ser bingeha edalet û wekheviyê, hatin nîqaşkirin.

Beşdaran di nêrînên xwe de anî ziman ku pêwîstî bi sazkirina destûreke nû bi beşdariya rastîn a tevahî pêkhateyan, bicihanîna peymana 10ˊê Adarê, avakirina Meclisa Gel a adilane, avakirina saziyên sivîl ên aktîf ku xizmetî tevahî civakê bikin, heye.

Di dawiyê de beşdaran got rêya ber bi çareseriya siyasî ya adilane û mayînde ve bi naskirina tevahî pêkhateyan û misogerkirina beşdariya wan a aktîv di sazkirina siberoja Sûriyeyê de dest pê dike. Divê ev jî li ser bingeha demokrasî, azadî û wekheviyê be.

(fr)

ANHA