Careke din hêzên hikumeta veguhêz êrişî derdora Dêr Hafirê kir

Careke din hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi droneke xwekuj êrişî derdora deriyê Dêr Hafirê kir. Li gorî agahiyên destpêkê tenê zirarên madî çêbûn.

Careke din hêzên hikumeta veguhêz êrişî derdora Dêr Hafirê kir
22 cotmeh, 2025   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi droneke xwekuj êrişî derdora deriyê Dêr Hafir ê girêdayê kantona Tebqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Hêzên hikumeta veguhêz berbanga îro jî dîsa êrişî derdora derî kiribûn.

Êrişên li derdora deriyê Dêr Hafirê di demekê de tê ku rageşiya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dubare dibin. Ew êriş bi armanca têkbirina ewlehî û aramiyê ye.

Deriyê Dêr Hafirê nuqteyek stratejîk a ku bajarên Reqa û Helebê bi hev ve girê dide ye. Di mehên borî de gelek caran li dijî herêmê êriş û topbaran hatin kirin, di encamê de sivîl û şervanên QSDˊê şehîd bûn û di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de birîndarî çêbûn.

(fr)

ANHA