Konferansa Komînan a bajarê Hezîma yê Reqayê hat lidarxistin

Konferansa Komînan a bajarê Hezîma yê bakurê kantona Reqayê hat lidarxistin. Di dawiya konferansê de encamên weke xebitîna li ser avakirina komîteyan di komînan de bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweser û bicihanîna bendên Hevpeymana Civakî hatin diyarkirin.

Konferansa Komînan a bajarê Hezîma yê Reqayê hat lidarxistin
Konferansa Komînan a bajarê Hezîma yê Reqayê hat lidarxistin
Konferansa Komînan a bajarê Hezîma yê Reqayê hat lidarxistin
Konferansa Komînan a bajarê Hezîma yê Reqayê hat lidarxistin
Konferansa Komînan a bajarê Hezîma yê Reqayê hat lidarxistin
Konferansa Komînan a bajarê Hezîma yê Reqayê hat lidarxistin
Konferansa Komînan a bajarê Hezîma yê Reqayê hat lidarxistin
Konferansa Komînan a bajarê Hezîma yê Reqayê hat lidarxistin
Konferansa Komînan a bajarê Hezîma yê Reqayê hat lidarxistin
12 mijdar, 2025   18:59
REQA

Konferansa komînan a bajarê Hezîma yê gundewarê bakurê kantona Reqayê bi dirûşmeya "Komîn şaneya bingehîn a avakirina civaka demokratîk e" hat lidarxistin.

Di konferansê de endamên komînan û saziyên sivîl ên gundewarên bakurê Reqayê, hevserokê Meclisa Rêveber a kantonê Meşleb El Turkan, hevserokê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ayid El Hadî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre hevserokê Meclisa Rêveber a kantonê Meşleb El Turkan diyar kir ku komîn di avakirina civakê de stûna bingehîn e.

Paşê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Qehreman Hesen li ser pêşketinên dawî yên siyasî li herêmê û Sûriyeyê bi tevahî axivî.

Hesen diyar kir ku dewletên mezin piştgiriyê didin planên parçebûna Sûriyeyê, ji lew re divê dewletên Ereb dersan ji rûdanên li Sûriyeyê wergirin û got, "em di rewşeke zehmet re derbas dibin, lê gel xwedî helwest e û divê di çarenûsê de xwedî gotin be."

Hesen anî ziman ku projeyên derve yên li Rojhilata navîn ku ji peymanên piştî 1920ˊan ve hatine destpêkirin, hîna gefan li yekitiya gelan dixwin.

Hesen destnîşan kir ku netewe-dewlet li hember projeyên yekitiya gelan, weke projeya neteweya demokratîk ku temsîla modela demokratîk li dijî hewlên hegemoniyê dike, disekinin.

Piştre, hevseroka Meclisa Gelan a kantona Reqayê Fehmiye El Casim perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser girîngiya komînan û rola wan di civakê de xwendin.

Girêdayî mijarê, bi sînevîzyonekê bendên girêdayî komînan ên di Hevpeyman Civakî de hatine, hatin pêşandan.

Di konferansê de beşdaran mekanîzmayên bicihanîna van bendan nîqaş kirin û diyar kir ku pêwîstî bi avakirina komîteyên komînan bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweser heye û tê de rola jin bingeh be. Li kêlek wê jî divê rola ragihandinê di hişyarkirina civakê de, bi taybet li gund û navendên tenduristiyê aktîv be, girîngî ji bo malbatên şehîdan bi rêya avakirina komîteyek taybet, dabînkirina firsetên kar û dabînkirina hewcedariyên bingehîn weke av û nan, were dayîn.

Di dawiya konferansê de, encamnameyek hat diyarkirin. Encamname ji hêla hevserka Meclisa Gelan a kantona Reqayê Fehîme El Casim ve hat xwendin û wiha ye:

Xebitîna li ser lidarxistina konferansa komînan a giştî ya 1ˊemîn li kantona Reqayê.

Aktîvkirina karê komînê li gorî Hevpeymana Civakî û bicîhanîna naveroka giştînameya ku ji hêla Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye derxistin û roja şemiyê ya her hefteyê ya taybet bi komînê be.

Xebitîna li ser avakirina komîteyên komînan bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweser û girîngîdayîna rola jinan.

Xebitîna bi rêxistinên mafên mirovan re ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza pêkanîna mafê hêviyê.

Destekdayîna QSDˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina ewlehî û aramiyê.

Wê li tevahî xetên kantona Reqayê, di rojên bê de konferansên bi heman rengî werin lidarxistin.

(ac/fr)

ANHA