Li Reqayê nêrîna olî ya ji bo avakirina Sûriyeya siberojê hate nirxandin

Kongreya Îslama Demokratîk a Reqayê nêrîna olî ya ji bo avakirina Sûriyeya siberojê, di semînerekê de nirxand.

Li Reqayê nêrîna olî ya ji bo avakirina Sûriyeya siberojê hate nirxandin
Li Reqayê nêrîna olî ya ji bo avakirina Sûriyeya siberojê hate nirxandin
Li Reqayê nêrîna olî ya ji bo avakirina Sûriyeya siberojê hate nirxandin
Li Reqayê nêrîna olî ya ji bo avakirina Sûriyeya siberojê hate nirxandin
Li Reqayê nêrîna olî ya ji bo avakirina Sûriyeya siberojê hate nirxandin
Li Reqayê nêrîna olî ya ji bo avakirina Sûriyeya siberojê hate nirxandin
Li Reqayê nêrîna olî ya ji bo avakirina Sûriyeya siberojê hate nirxandin
Li Reqayê nêrîna olî ya ji bo avakirina Sûriyeya siberojê hate nirxandin
28 tebax, 2025   18:24
REQA

Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, semînerek bi sernavê “Nêrîna olî ya siyasî ji bo avakirina Sûriyeya siberojê” li hola Navenda Çandî ya Reqayê li dar xist. 

Hevserokên Kongreya Îslama Demokratîk, hevserokên Hevgirtina Al El Beyt, Saziya Kar û Barên Olî, endamên Navenda Çandî û Desteya Çand û Hunerê ya Reqayê, tev li semînerê bûn.

Serokê Hevgirtina Al El Beyt a Reqayê şêx Ebdullah El Samîdaî axivî û nêrîna siyasî ya ji bo Sûriyeyê nirxand. El Samîdaî got têgeha netew ne tenê ya kesekî ye lê belê ya tevahî pêkhateyan e.

El Samîdaî wiha domand: “Wesîqeya Medîne Munewara ya ku pêxember Muhamad piştî hîcrayê daniye, mînakek li ser wê ye. Di cîhana îslamî de, ev wesîqe destûra yekemîn e. Musliman û cihû di wesîqeyeke hemwelatîbûnê de kom kir. Li gorî wesîqeyê, niştecihên Medîneyê, neteweyek in. Azadiya baweriyê û hevkariya di şer de, misoger kir.”

El Samîdaî diyar kir ku wesîqeya Medîne Munewara taybetmendiyên olî û çandî yên niştecihên Medîneyê parast, rêgezên jiyana hevbeş, edalet, ewlehî û aştî sepand. Li gorî El Samîdaî wesîqeya Medîneyê têgeha netewa demokratîk nîşan dide.

Şêwirmendê Meclisa Olî ya kantona Reqayê Qadî Mihemed jî got: “Îslam, bingehên hezkirin, aştî û azadiyan e. Îslam ne li dijî demokrasiyê ye. Berovajî wê, banga parastina rûmeta mirov, wekheviyê, hezkirinê dike. Qurana pîroz her kesî muxateb digire.”

Mihemed ev li gotinên xwe zêde kir: “Şêwir (şora), rêgezeke bingehîn a Îslamê ye. Erka me, avakirina jiyanekê ye ku dişibe ya hazretî Muhamad. Tabî gereke mafên jinan bên parastin.”

Di dawiya semînerê de beşdaran nîqaş kir û gotin divê xîtaba îslamî di nimêjên înê de li dijî taîfiyetê, nijadperestiyê û nefretê bin, divê nameya Kongreya Îslama Demokratîk, bigihêje tevahî Sûriyeyê.

(şx)

ANHA