Hevserokê DEM Partiyê: Eger aştî bi ser bikeve, wê siyaseta tinekirinê dawî bibe

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan anî ziman ku pir girînge îro li Silêmaniyê qala aştiyê dikin û got: “Eger Pêngava Aştiyê bi ser bikeve, wê dawî li siyaseta tinekirinê bê anîn û girtî wê bên azadkirin.”

Hevserokê DEM Partiyê: Eger aştî bi ser bikeve, wê siyaseta tinekirinê dawî bibe
28 tebax, 2025   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan yê di Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî ya li Silêmanî hatiye lidarxistin de axivî, destnîşan kir ku pir girînge îro ew li Silêmaniyê qala aştiyê dikin.

Bakirhan bal kişand ser rewşa Kurdan ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye û got: “Bi deh hezaran kes tenê ji bo parastina ziman, nasname û mafê gelê xwe û siyaseta Kurdî hatine girtin.”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got: “Eger Pêngava Aştiyê biser bikeve, wê dawî li siyaseta tinekirin û girtinê bê anîn.”

Bakirhan bibîr xist li Tirkiye bi banga Birêz Ocalan re Pêngava Aştiyê destpê kir û wiha pêde çû: “Em dixwazî dawî li siyaseta tinekirinê ya 100 salî bînin. Dixwazin Komareke Demokratîk ava bikin. Eger ev pêngave bi ser bikeve, wê dawî li siyaseta tinekirinê bê anîn, dawî li karên nehiqûqî yên li ser muxalefet û Kurdan bê anîn, hemû girtî bên azadkirin.”

Bakirhan rexne li nêzîkatiya hikûmeta Tirkiye ya der barê zimanê Kurdî de girt û got: “Bi milyonan Kurd li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hene, nikarin bi zimanê xwe baxivin. Li komisyona ji bo pêvajoya aştiyê hatiye avakirin jî rê nehate dayîn dayîkek bi zimanê Kurdî baxive Nêzî 25 milyon Kur dli Tirkiye nikarin bi zimanê xwe baxivin. Zimanê wan qedexe ye.”

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Avakarê Pêngava Aştiyê Birêz Ocalan hê jî di bin tecrîdê de ye. Hê jî siyaseta tinekirinê ya sed salî dewam dike. Emê dev ji xebata me dayî destpêkirin bernedin.”

Herî dawî Bakirhan anî ziman ku eger pêngava aştiyê bi ser bikeve wê bandora wê li Rojavayê Kurdistanê jî bike û got: “Dixwazin sîstemeke demokratîk li Sûriye bê avakirin.”