Li Reqayê nerazîbûnên li dijî bihayê kirîna genim

Tevî cotkaran, bi dehan şêniyên bajarê Reqayê li dijî bihayê kirîna genim nerazîbûn nîşan da û xwest wezîrê aborî ji kar were dûrxistin û biha li ber çavan were girtin.

Li Reqayê nerazîbûnên li dijî bihayê kirîna genim
17 gulan, 2026   14:04
HESEKÊ

Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê duh bi biryarnameyekê bihayê kirîna genimê standard ê pileya yekem 46 hezar lîreyên Sûriyeyê ji bo her tonekê destnîşan kir.

Xelkê Reqayê tevî cotkaran li hemberî vê biryarê daketin qadan û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Di xwepêşandanê de pankartên bi daxwaza pêkanîna edaletê ji bo cotkaran û guhertina bihayê genim hatin vekirin.

Xwepêşandêran diyar kir ku ev biha ne li gorî lêçûnên bilind ên çandiniyê ye û pêdiviyên cotkarên herêmê bi cih nayîne.

Xwepêşandêran îşaret pê kirin ku bihayê pêdiviyên çandiniyê îsal bilind bû. Dane zanîn ku bihayê toneke semad gihaşt nêzî 800 dolarî, lê bihayê genim ê hatiye destnîşankirin lêçûnên çandin û çinînê dernaxe û xisareke mezin dide cotkaran, her wiha barên debarê zêdetir dike.

Xwepêşandarên xwestin wezîrê aborî ji kar were dûrxistin û biryara bihayê kirîna genim li ber çavan werin girtin.

(bb)