Li Dirbêsiyê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Tevgera Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê, bi meşekê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî wekî beşekî  nasname û çanda gelê Kurd. Beşdaran  daxwaza naskirina fermî ya zimanê Kurdî di destûra bingehîn a Sûriyeyê de kir.

17 gulan, 2026   13:59
HESEKÊ

Îro li bajarê Dirbêsiyê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî meşek girseyî  ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ve hat lidarxistin. Bi sedan şênî, endamên sazî û meclisên sivîl, û her wiha tevgerên ciwanan û jinan beşdar bûn.

Meş ji ber Parka Şehîd Zevîn dest pê kir. Beşdaran pankartên ku li ser wan nivîsandibûn: "Zimanê me nasnameya me ye" û "Divê mafê me di destûrê de were misogerkirin" hilgirtin.

Li ber Navenda Çand û Hunerê li bajêr, meş veguherî mîtingê. Piştî deqeyek rêzgirtinê , endama navendê Hewlêr Hiso daxuyeniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zimanê Kurdî di tevahiya dîrokê de rastî hewldanên tunekirin û tepeserkirinê hatiye, û hat destnîşankirin ku zimanê Kurdî nûnertiya nasname û çanda gelê Kurd dike.

Di daxuyaniyê de daxwaza naskirina fermî ya zimanê Kurdî di destûra bingehîn a Sûriyeyê de û mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê hat kirin.

Di çalakiyê de Koma Şehîd Viyan û Koma Şehîd Sema stranên der barê zimanê Kurdî de pêşkêş kirin.

(k)